Îran ji bo Tengava Hurmuzê 12 xal ragihand

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad diyar kir ku rêveberiya Tengava Hurmuzê di 12 xal çêkiriye û anî ziman ku ew ê destûrê nedin ku keştiyên Îsraîlî di tengavê de derbas bibin.

Li gorî nûçeya Televîzyona Dewleta Îranê; Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad derbarê Tengava Hurmuzê de wiha got: “Rêveberiya Tengava Hurmuzê  12 xal çêkiriye. Li gorî vê planê wê qet destûrê nedin ku keştiyên Îsraîlî di Tengava Hurmuzê de derbas bibin. Keştiyên welatên ku li dijî Îranê kiryarên dijminane kirine jî heta ku tazmînatên şer nedin, em ê nehêlin ku derbas bibin. Keştiyên din wê li gorî qanûna ku ji hêla Parlamentoya Îranê ve hatiye çêkirin û destûra ku ji hêla Îranê ve hatiye dayîn derbas bibin."

Nikzad destnîşan kir ku ew ê dev ji mafên xwe yên li Tengava Hurmuzê bernedin û got, “Trafîka keştiyan li Tengava Hurmuzê wê ne wekî berî şerê sêyemîn ê ku tê ferzkirin be. Şêweya nû ya rêveberiya Tengava Hurmuzê bi qasî neteweyîkirina petrole girîng e."